Danuk
İbrahîm Êlihî

Danuk

Bu içerik 190 kez okundu.

Xwedê bê erê vaye em ketine demsaleke nu. Demsala Payîzê. Payîz, ji ber ku mirinê tîne bîra meriv di nav salê de pirtir kêfa min jê re tê. Piştî ku di bihar u havînê de erd şin dibin, dar u gîya jîn dibin di Payîzê de mixabin tev zer dibin, di çilmisin, ziwa dibin u yek bi yek pelê wan diweşin. Çawa ku însan jî çê dibin, dijîn, kêf u xweşîyê dikin, mezin dibin u dimirin. Ji wî alî ve mirin u Payîz dişibine hev.

Ji alîyekî dî ve jî kêfa min ji Payîzê re tê lewradi zaruktîya me de tiştê ku kêfa me pir jê re dihat yet jê jî wextê keladina savar bu ango wextê DANUK a bu. Danuk jî di Payîzê de dihatine kelandin. Çawa ku tê bîra me pira li welatê me di nav gelê me de li gora demsal u mehan adet u kevneşopîyên me hebun. Wan jî li gora van rojan van kevneşopîpan di anîne ci.

Di Payîzê de jî amadehîyên demsala Çile/Zivistanê dikirin. Ji van amadehîyan yek jê jî kelandina savar bu, danuk bun. Lê miwabin ev adetên meyî wisa kevnare hêdî hêdî ji nav me rabune. Hema bêje pir hindik kes vêga danuka dikelînin. Ez bawerin ku sedema van kevneşopîyên me ku ji nav me rabun îdi em jî xwe civakeka nujen dibînin e. Ya rastî jîyana nujen çawa ku bi xwe re ji însana re rihetî u xweşî anî her wisa ji nav însana kevneşopî u adetên wa jî rakir u hindakir. Bav u dîyên me bi hezar kul u derdî, bi rebenî u zehmetî wê savara ku bi destê xwe dikelandin u dibirin aş dihêrandin u dianîn ji Çile re dikirin qut ya rastî jîyana nudem kir ku bi rihetî meriv here savarê xwe ji refê merket u dikkana bê zehmet bikire u bixwo. Evêya rihetîya jîyana nujen e. Lê belê li alê dî jî thralî u rakirina adet u kevneşopîyên me bi xwe re anîye. Lê mixabin em çi jî bikin weka ku ev jîyana wisa buye pêwîstîyek.

Belê! İca me got savarê melê u danuk. Danuk jî wisa bi rehetî nedihate çêkirin. Hê berî ku malbatek danukên xwe bikelînin bi heftîya hazirîyên xwe dikirin. Pêşî diçune ba alaf genimê savar dikirîn. Ji bu vî genimî bikelînin sîtilên xwe amade dikirin. Ên ku sîtilên wa hebun ji xwe di ê xwe de dikelandin. Malên ku sîtilên wan tinebun jî dora xwe li sîtilên cîrana dikirin gava dora wan bihatina diçun dianîn u di wan sîtilan de di kelandin. Hingê di nava me de rihim pir bu. Însana hev di qedandin.

Piştî ku sîtilên xwe didîtin cîyê cîyê kelandina wan ango kuçik dihatin çêkirin. Di pey vê re wî genimê xwe berdidane nav wê sîtilê u agir didane binê u dikelandin. Di gund u taxan de bi vê hawî di rojê de li çend cîya savar dihate kelandin. Ê ku bixwestana di hewşa xwe de danukê xwe dikeland. Ê ku bixwestana jî li derva li qadeyeka vale dikelandin. Gava ku ev danuk dihatine kelandin duyekî wisa bi ser tax/gund diket lê belê ti kes ji vî duyî adis nedibu. Lewra di nav millet de hingê xweşbînî u li hev burîtî hebu. Dizanibun ku îro cîranê wî vê dumanê bi ser gund xistibe sibê dora wîye ewê bi ser gundxe.

Ji ber ku danuk ji alê hema bêje her malê ve dihate kelandin bi piranî ev meha Îlonê weka mîhrîcan u festîwalê bu. Bi piranî jî zaruk pir kêfxweş dibun. Li kurê danuk bihatina kelandin zaruka radişte theyfika xwe u rîya wê malê digirtin. Xwedîyê wê malê jî kîjan zaruk bihatina wan deste vale nedişandin mitleqa danuk dixistin theyfika wan, kêfa wan zaruka dianîn. Çavê millet ne birçîbu. Ne digotin ev çi zarukin. Dizanibun çiqas bidin ewê hewqas malê wan zêde bibe. Ew zarukên ku theyfika xwe tije dunuk dikirin bi kêf u eşq bazdidane kuçê an jî malê. Ku hebuna li malê runê malê tinebuna jî runê hişk u xwê lê dikirin u dixwarin. Carna jê henek zaruk zêde zêde dixwazin. Îca hingê jî bi danuka diketin ango nava wan diçu, nav êşî dibun, îshal dibun.  Di gel vê jî ew roj pir xweşbun.

Di tax u gunda de 15-20 rojî bi vî hawî savar dihatin kelandin. Ew genimê ku ji bu savar dihate kelandin piştî ku dihate kelandin di bu danuk li ser xanîya dihate raxistin. Her roj ew danuk dihatin li hev xistin. Ji bu ku ziwa bibin. Piştî heftîyekê deh roja ziwa dibu u wî savarî didane hev u dibirine aş. Li aş qeraş wan dixiste dorê u disekinîn hetta ku dora wan were. Carna jê jî çend cîran an jî naskirî barê savarê xwe bihev re dibirin aş. Hingê jî gava ku savarê wan dihêrandin bihev re savarê xwe bêjing dikirin. Gava ku savarê hatîye hêrandin bêjing dikirin sê celeb jê derdiket: Savar, hurik u girik. Ya ku bi ser savar diket navê wê serik bu. Ya ku bin bêjingê diket navê wê jî binik bu. Ya ku navbara van her du ya de dima jî ev savara ku em dizanin ew bu. Vî savarê xwe dianîne malê u Çile dixwarin. Jê kutilk çêdikirin, serik çêdikirin, hurik çêdikirin, belo’î çêdikirin u çêdikirin hetta Payîzê têra wan dikir.

Berê ev kevneşîpîyên meyî wisa hebun. Ka îro çend heb zaruk vê peroşîner u kelecana me dikişand dikişînin. Tew ji xwe heya pirê wan ji vê jî tineye. Hindik be jî li henek cîya hê jî danuk têne kelandin. Ya rastî di vê kevnaşopîya me de jî hevgirtî, li hev bori, rihm u şefqet hebu. Pirê însana bi hev re alîkarî dikirin. Lê mixabin her çiqas jîyana nujen li rihetîya me be jî pir zirar jî di de me. Çanda me bi me di de jibîr kirin. Ha ev tiştên wisa xweş jî di jîyana me de hebun. Ji me re bune wek bîrewerî u bîrhatîyekê. Bi vî hawî bi sedan tiştên ji çanda me bi me hatine jibîr kirin. Tiştên ku bi me têne jibîr kirin jî mixabin bi çanda emperyalîstan tê dagirtin. Ka binêrin çend neslê dî ewê zaruyên me bişibihine kî! Di vê de em tev sucdarin.

Bimînin di xêr u xweşîyê de.

Sende Yorumla...
Kalan karakter sayısı : 500
İLGİNİZİ ÇEKEBİLİRX
Elektrik ve doğalgazda ilk dönem zamlı geçti
Elektrik ve doğalgazda ilk dönem zamlı geçti
Amelin Çokluğu Değil, İhlâsın Varlığı Kurtarır
Amelin Çokluğu Değil, İhlâsın Varlığı Kurtarır