Rojîya Meha Remezanê U Fêdê Wê

Niviskârê me İbrahim Êlihî divê nivisa xwede bahsa rojiya meha Remezanê dıke...

Rojîya Meha Remezanê U Fêdê Wê
Bu içerik 174 kez okundu.

“Maha remezanê meheka wisaye ku; Qurana ku nîşaneka aşîkar u ji însana re rîya rast nîşan dide, hîdayet/ rêber u Furqan e (rastî u nerastîyê ji hev diveqetîne) tê de hatîye şandin/nazilkirin. Ji we kî bigihîje wê mehê bira tê de rojî bigire u kî jî nexweş be an jî rêwî be (bi qasî wan rojên ku rojî negirtîye) di rojên dî de bira bigire. Xweda, ji bu we firehî u hêsanîyê dixwaze, ji bu we tengasîyê u zehmetîyê naxwaze. (Ev hêsanî) ji bu ku win hijmarê (rojan) temam bikin u ji bu ku Xweda rîya rast nesîbê we kirîye win Wî mezin bidêrin u  hevî heye ku win şikrê Wî / spasîya Wî bikin.”[1]

Pêxemberê me (silavên Xweda liser bin) jî di hedîsa xwe a ku ji Enesê kurê Malik (r.a) hatîye rîwayet kirin de wiha gotîye:

"Meha remazanê hatibu. Pêxemberê me (silavên Xweda liser bin) wiha got: “Ava ye win ketine meha bimbarek. Divê mehê de şeveka wisa bi qîymet heye ku ji hezar mehî bi xêrtire. Ê ku ji xêr u bereketa vê mehê mehrum bimîne weka ku ji temamê xêra mehrum maye. Xêra wê jî bi tenê wanê ku ji xêra wê mehrum mane jê mehrumin."[2]

Ev ayet u hedîsa Pêxemberê me (silavên Xweda liser bin) qedr u qîymet u pîrozbahîya meha remezanê bi me di de nîşandan. Lewra Xweda ê Te'ala u Pêxemberê Wî (silavên Xweda li ser bin) peznê vê mehê dane. Ev jî ne tiştekî hindik e. Nexwe pêwîste ku em misilman jî qedrê vê mehê baş zanibin u qedrê wê bigirin. Lewra di vê mehê de him ji me re him jî ji civakê re fêdenê pir mezin hene. Em jî Xwedê hizke çend rojên di emê têkevine meha rojîyê, meha piroz.

Fêda meha remezanê ên ku ji bu şexse me ne henek jê evin ku;

Bi girtina rojîyê em emrê Rebbê xwe, emrê Xweda ê Te'ala bi cî tînin. Ev jî di be wesîla ku Xweda ê Te'ala ji me razî bibe.

Bi girtina rojîyê; em dibine xwedî xêr u gunehên me jî têne 'efu kirin u bexşandin.

Bi girtina rojîyê; em li hember qudreta Xweda ê Te'ala 'aciztîya xwe u bêqewetîya xwe fêm dikin.

Bi girtina rojîyê em qedr u qîymetê rizqên ku Xweda ê Te'ala da ye me fêm dikin. Ev jî di be wesîla ku em hê pirtir şikrê Xweda ê Te'ala bikin.

Bi girtina rojîyê em dibine serdestê nefsa xwe u em bi rojîyê em nefsa xwe perwerde/terbîye dikin.

Bi girtina rojîyê em halê feqîr u birçî u ketîya fêm dikin.

Di meha remezanê de temamê roja meriv bi ta'at u 'îbadet di çe, derbas di be.

Bi girtina rojîyê însan hînî sebrê dibe. Ne sebra li ber birçîtîyê bi tene, bi vêre hînî sebra liber guneha jî dibe. Hînî sebra ku nekeve heramîyê u xerabîya neke jî di be. Bi kurtahî însan; fêm di ke ku 'evdê Xweda ê mezin e u bê li ber vê meznantîya Wî çiqasî ze'îfe u biçuk e.

Fêda meha remezanê u rojîyê ên civakî jî em dikarin çend heba wiha bibêjin;

Di vê meha Pîroz de însan dil birihim di be, dilovanî u şefqata wî zêde dibe. Gava ku wisa di be hingê alîkârîya însanê feqîr u birçî u ketî di ke. Bi vî hawî jî însanê feqîr middetekî be jî halê wa xweş di be.

Exlaqê însan di vê mehê de xweş di be. Bi wesîla rojîyê u vê meha Pîroz însan xwe ji guneha dûr di ke. Bi vî hawî jî di nava civakê de ewlehî çê di be, hizur hâkim di be.

Di meha remezanê de ji ber ku dilovanî u rihma însan zêde di be u dilê wî nerm di be, însanê ku ji hev xeyîdîne li hev tên u neyartî u dijminantîya di navbera wa de kêm di be heta hema bibêje namîne. Lewra di vî halet-î ruhîya însan de sulh u lihevhatin hê hêsantir e. Ev jî di be sebebê se'adet u kêfxweşî u dilgeşîya civakê.

Fêdê meha remezanê weka ku me li jorê jî got pirin. Fêdê wê ji bu şexsê me jî hene, ji bu der u dora me jî hene, ji bu civakê jî hene. Bi hatina meha remezanê temamê malên misilmana geş dibin, kêfeka xweş dikeve nava temamên însana. Tax u mehelên me, sikak u kuçeyên me, ca'de u rîyên me, mizgeft u camîyên me bi hatina meha remezanê bi bîneka me'newî xweş di bin u geş di bin. Lewra meha remezanê însana dilnerm dike, bi rihm di ke, di ke ku şikrê însana zêde bibe, halê feqîra hîn di be u xwe dixe şuna wa u bi vî hawî jî xêr u xêrata di ke, alîkarîya feqîra di ke, ji xewa xefletê şîyar di ke, exlaqê xwe xweş di ke, di vê meha Pîroz de pirtir Qur'ana Pîroz di xweyne u 'îbadet di ke. Neheqî u xerabîyê bi însanê der u dora xwe nake, guneha nake u zilmê jî nake.

Heta vêga gava ku meha rojîyê dihat camî u mizgeftên me bi hatina vê mehê  tijî di bun, biratîya Îslamê geş dibu, qewî dibu, hizur u ewlehîya meriv zêde di bu.

Lê bele mixabin bi vê musîbeta giştî ya coronayê ewê mizgeftên me di vê meha pîroz de valabin. Limêja Terewîha ewe her kes li mala xwe bike. Ya rastî ev jî tiştekî balkêşe. Her kes kû bi malbata xwe re bi zarûyên xwe re li mala xwe van taat u îbadeta bike her malek dibe mizgeftek. Bi malbat u zaruyên xwe re em dikarin vî ibadete xwe bikin. Ez bawerim ku ewê bi vî hawî hê bi xêrtir be jî.  Hêvîdarim ku ev meha pîroz bi tevî vê diltengasîya ku li me u li temamê cihanê peyda buye rake, bi dilê me re rihên me jî fire bike, hizur u aramîyê ji me teva re bîne. Bi be sedem ji bu rojên xweş u fireh.

   Pêwîste ku hevqas qencî u fêdê meha remezanê ê ku me jimartin hema ne bi xasê meha Pîroz meha remezanê u zemanê tengasîyê be. Ne ku hema di pey meha remezanê u pey ku em tengasî ji ser me rabe em dev ji va exlaqên baş berdin u dîsa vegerin ser exlaqên nebaş u xerab. Bira ev exlaqê me di meha remezanê de u di vi zemanê ku maneviyata me zede buye u em dikaribin di temamê salê de u di temamê 'emrê me de ji me re bibe exlaq u em vî exlaqî bi domînin.

Xweda ê Te'ala me bi gerîne ji wan însanê ku bi qîymetê meha remezanê di zanin bi heqî jê fêde digirin. Amîn.

------------------------------------------------------------------

[1] Surete Beqere: 185

[2] Kutub-i Sitte: 17/6510

roji remezan sıhhat
Sende Yorumla...
Kalan karakter sayısı : 500
İLGİNİZİ ÇEKEBİLİRX
Elektrik ve doğalgazda ilk dönem zamlı geçti
Elektrik ve doğalgazda ilk dönem zamlı geçti
Amelin Çokluğu Değil, İhlâsın Varlığı Kurtarır
Amelin Çokluğu Değil, İhlâsın Varlığı Kurtarır