Tobe

Niviskârê me İbrahim Êlihî divê nivisa xwede bahsa tobê dıke...

Tobe
Bu içerik 205 kez okundu.

Çawa kû tê zanîn tobe; poşmanî ye. Poşmanîya ji temamê tiştên kû nedirêde ne, ne li gorî çarçova kû Xweda ji me re danîne ye. Ya rastî tobe; lûtfek ji lûtfa Rabbê ‘Alemê ye. Xweda ew lûtfa mezin li me kirîye kû em çiqasî şikir bikin jî hindike. Ka em bifikirin heke kû Xwedayê me ev lûtûfa ha li me nekiribûna me yê çawa bikirina? Wê halê me çawa bûna? Lewra kû tobe tûnebûna emê dinaw gûnahade perîşan bibûna. Gûneh, xeta û xeletîyên me ewê jîyana me de me pir perîşan bikirana. Jîber vê yekê Rabbê ‘alemê derîyê tobê lî me wekirîye da kû em jîyana xwe rastbikin û ji bû kû em ji gûneha, ji xetaya û ji xeletîyên xwe vegerin. Ango Xweda ê Mezin  bi dana tobê; rihmet û şefqat û dilovanî li me kirîye. Lewra Rabbê ‘Alemê di Qûr’ana Pîrozde wiha gotîye:

“Ey ew kesên kû îman/bawerî anîne! Hûn tev ji Xweda re tobe bikin. Di be kû hûn jî tirsa xwe emînbin û wî tîştê kû hêvîdikin bîgîjînê”[1]

Dî ayeteke di de jî weha dibêje:

“Xweda hez ji wan kesên kû tobe dikin dike”[2]

Tobe; poşmanîy e. Ango poşmanîya ji gûneha ye, poşmanîya ji xeta û xelatîya ye. Meriv çawabike nikare xwe ji gûnha an ji xetayan xwe bipirêze û mihefeze bike. Lêbelê wextê kû me gûneh an jî şaşîtîyek kir pêwîste kû em bilez tobe bikin. Tobeyeka kû îdî em careka dî wî gûnehî nekin. Însanekî kû tobe kir; ji ber kû soz dide Xweda ê Mezin pêwîste kû li ser vê toba xwe, li ser wî sozê xwe bisekine. Lewra Xweda ji wan kesên kû tobe dikin û li ser toba xwe rastin, venagerin hezdike. Ne kû hema em tobe bikin û em rabin dîsa li ser gûnehên kû me kirine israr bikin. Lewra ên kû wisa tevger bikin watêyeka vê bitenê heye ew jî henekpêkirin e. Jiber vê pêwîste kû em dî toba xwe de rast bîn, ji dil bin.

Ne kû di tengasîyê de meriv Xweda di bîra xwe de bîne u gava kû ji wê tengasîyê xelasbû careka dî Xweda jibîr bike dîsa vegere war şaşîtîyên xwe. Lewra Xweda bi dilovanîyeka mezim gazî me dîke, rihmê li me dike, şefqatê lîme dike. Ya kû li me jî dikeve ewe kû; pêwîste em jî li hember wê gazîya Rabbê Alemê rast û ji dil bin.

Pêxemberê me (silavên Xweda liser bin) di hedîsa xweyî şêrîn de wiha dibêje:

”Zarûyê Adem tev xeletîya dikin. Herî bi xêrtirê/qenctirê ên xeletîker, ên kû tobe dikin.”[3]

Tobe; firseteka pir mezine ji bû me însanê gûnehkar. Kesê kû bixwaze ji dil tobe bike pêşî pêwîste kû ji xwe bawer be ne bi virra be, jî dîl be. Û tû wextekî xûyanî  ji tobê re tûneye. Kingê em bixazin em dikârin tobe bîkîn. Lêbelê ev jî nayê wê wateyê kû em dikarin toba xwe bihêlin û nekin. Lewra şeytan tim û daîm weswesa di de însan ji bû kû ji gûnehên xwe tobe neke bibê ezê piştre bikim.

 Ango şeytan di weswesên xwe de ji însan re dibêje; “Ti hê xortî li kêfa xwe binêre. Gava kû ti extîyar bû yî tê tobe bikî.” Îca pêwîste kû em bi van weswesên şeytan neyên xapandin. Lewra em însan xeybê nizanin. Heke kû em toba xwe bi paş ve bixin ev ne tevgereka rast û di cî deye. Lewra mirin lî pêşîya me ye û ti kes ji me jî wextê mîrina xwe nizane. Madem Rebbê me lûtûf li me kirîye û derîyê tobe ji me re vekirîye ê nexwe lazime em vê firseta ha  pêk bînin.

 Carna jê şeytan bi dilovanî û rihma Xweda ê Mezin weswesa di de meriv û meriv bi vê dixwaze bixapîn e. Şeytan dixe dilê meriv; “Xweda Rehman e Rehîm e û Xeffûr e. Meriv çiqasî gûnaha bî ke jî wê Xweda meriv ‘efû bîke û bibexşîn e. Ti hê xortî ma ‘emrê te çîye hê”

An jî weswesenê wisa dide meriv kû meriv bêhêvî dike û nahêle meriv tobe bike. Dibêje; “Tû şaxsekî gûnehkarî. Te pir gûnehkirine. Tû tobe jî bikî bêfêdeye. Xweda toba te kabûl nake!”

Weke wan weswesa dîde însan û di xwaze bi bêhêvîyê wa bixapîne. Lêbelê ewêya ne tiştekî rast e. Xweda derîye tobê ji bû temame însana vekîrîye. Ê kû bixwaze tobe bike, ev derî jê re wekirîye. Dixwazî bila çiqasî gûneh kiribe jî. Gava kû ji dil tobe bike ewê Xweda ê Mezin toba wî qabûl bîke. Bes kû ev însan ji dil be û di poşmanîya xwe de bi îxlas be. Hekena ma çima ewê Xweda; bi navê tobê derîyekî li me vekirana?

Di derheqqê vê de Xweda ê Mezin di Qûr’ana Pîroz de wiha fermankirîye.

“Ey ew kesên îman anîne! Bî poşmanîyeke ji dil tobe bikin, û berê xwe bidin Xweda ê Teâla. Lewra hêvî heye kû Rabbê me gûnehê me bibexşîne / mexfîret bîke û veşêre û we bixe cinnetên kû di binê de çem dîherîkîn.”[4]

Ji ber kû însan pir ze’îf e, carna jê dikeve/ketibe xefletê. Di be kû gûneha bike, xeta û xeletîya bike. Lêbelê nelazime kû însan pîştî kû va xelîtîya kir û rabe li ser van gûneha israr bike. Wexta kû însan hate ser hişê xwe lazime kû hema di cî de tobe bike. Lêbelê ne kû tobê ji xwe re bike weka leyîstikekê. Ango tobe bike û liser gûnehên xwe israr bike û carekadî gûneha bike û careka dî tobe bike. An jî tobe bike lêbelê ev poşmanîya wî ne ji dil be. Xweda ê Mezin me bi parêze ev ne tiştekî raste. Lewra Xweda, wan kesên wisa ‘efû nake û nabexşîne. Madem kû em tobe dikin lazime kû em jîyana xwe bigûherînin. Em di jîyana xwe de pelekî nû vekin. Û em vî pelê ha jî, heta ji deste me bê bi gûneha qirêj nekin. Bi vî hawî em gûneha ji jîyana xwe derxir. Em di’a û poşmanîyên xwe zêde bikin.  Pêwîste kû em hifza xwe ji exlaqê pîs, ji dostên gûnahkâr û ji der dora kû me bibine gûneha em xwe dûrbikin. Em di bazirganî û tîcareta xwe de malê heram nexwîn. Faîz, qûmar, leyîstîkê heram û ji gûnehên mezin xwe dûr bikin. Tû carî em gûnehên kû me kirine biçûk nebînin. Û em qencî û xêrê xwe jî mezin ne bînin. Jîyana vê dinyayê heta deve derîye qebrêye. Li devê derîyê qebre xelas dibe. Ev dewlemendî ev zengîntî, serwet û mûlkên me, meqam û hêza vê dinyayê heta derîyê qebrêye. Û ’eynî wisa; feqîrî jî wisaye.  Ê feqîr jî ew êş û elemên wî, perîşantîya wî heta deve derîye qebrêye. Û her însan ewê hîsabê xwe bide Xweda. Ne di qabrede û ne di roja mehşerê de pere, servet û dewlemendî fêde nade. Kî çi kirîye ewê bedelê wê bide.

Di van rojên dawî ku em têdene temamê dinyayê ji ber virûsekê ketîye heyretê, temamê insana di malên xwe de hepisbûne, kes kû newêre bînê bistîne û bide em tev ketine halekî wisa kû dibê qey mirin hema li devê derîyê merive lazime kû em nekevin xafletê. Em jîyana xwe li gorî emrê Xweda ê Mezin bikin. Em gûhê xwe bidin Qûr’ana Pîroz û Peyxemberê Xweda. Lewra xelasî di Qûr’ana Pîroz deye, di rîya Resûlê Xweda deye. Xelasî di heq û ‘edaletê deye. Xelasîya ji dil, di Îslamê deye. Lewra ji xeyrî dînê Xweda temamê dînê dî batilin.

Em di van rojên kû manewiyata me biçekî zêdebûye de em bi dilekî safî berê xwe bidin Xweda ê xwe. Em xwe bidin hev. Xweda me jî ji wan însanê kû di rîya Xweda de dimeşin bînivîsîne. Me ji wan însanê kû tobe dikin û liser toba xwe rast û ji dilin binivîsîne. Xweda me ji xefletê û ji bêtobetîyê biparêze û mihefeze bike. Rîya rast nîşanî me bide. Heqîyê heq, batilê jî batil nîşanî me bide. Ça’wê me lî ser  heqqîyê veke. Basîreta me weke û me temama ji ehle heq binivîsîne…..

Amîn.       

--------------------------------------------------------------------------

[1] Sûrete Nûr: 31

[2] Sûrete Beqara: 222

[3] Tirmizi, Sifatû’l qiyame, 39(nr. 2499)

[4] Sûrete Tehrim: 8

tobe poşmani
Sende Yorumla...
Kalan karakter sayısı : 500
İLGİNİZİ ÇEKEBİLİRX
Yasalar çocukları koruyamıyor mu?
Yasalar çocukları koruyamıyor mu?
Vücudunuzdan ödemleri atın
Vücudunuzdan ödemleri atın